Das
Tao Te King
von
Lao Tse
Kurdish version by
Ebdulrehman Efîf, 2003
http://www.angelfire.com/journal2/mehname/hejmar42/diyari2.html

Home | Index

123456789
101112131415161718
192021222324252627
282930313233343536
373839404142434445
464748495051525354
555657585960616263
646566676869707172
737475767778798081

Vorwort/Foreword

Weþanên Taybet yên Kovara MEHNAME

© Tîrmeh 2003
Ebdulrehman Efîf
û MEHNAME



Çîroka nivîsandina
Tao te ching


Laotsê di demkê wisa de jiya, ko dîrokzan navê wê dikin
heyama qiraltiyên bihevketî û pevçûner û çîn di nav tevliheviyeke hindirane î kirêt de bin-avbûyî bû. Li gor dastanê nava Laotsê diþewitî dema didît bê çawa ev cîhana han bêçare mabû û nikarîbû pêþveçûn û aþtî pêk baniya û dema didît bê çawa pêkanîna van armancan wisa hesan û xwezayane bû. Wisa wî dev ji kar û cihê xwe di paytexta qiraliyê de Loyang berda û berê xwe li ser gamêþê xwe da neqeba Han-Ku ya çiyayî.

Di vê navberê de nobedarê vê riya çiya Yin Hsi bi alîkariya nîþanine av û hewane tê derxistibû ko di vê rojê bi xwe de dê tiþtek û nameyek pirr giring bi cih bê û biqewime. Wextê Laotse gihiþte wê derê, Yin Hsi nehiþt ko ew zanyarê dengdar derbas bibe ta ko zanyariya xwe hemûyî nenivîse. Laotsê konê xwe li wê nêzîkê vegirt û berhema xwe ya kilasîkane ya ji pênchezar nîgartîpan pêk tê nivîsand, û ew jî Tao te çing e. Berhema xwe da destên Yin Hsi û da ser riya xwe bi aliyê çiyayên roavayê çînê de. Piþtre nema hat dîtin.


1

Tao ya merov dikare bide dû
Ne Tao a herheyî û sermedî ye.
Navê ko tê bi nav kirin
Ne navê herheyî û sermedî ye.
Bênav ew e koka ezman û
Erdê
Lewra bi-navkirin bingeh û koka
Tiþtên hezar e.
Heke hertim bê daxwaz bî, tu dê
Nediyar û raz û veþartiyan bibînî
Herdem ko bi daxwaz bî, tenê
Tê tiþtên li ber çavan û eþkere bibîne.
Veþartî û eþkere yek in--
Dema xuya dibin
Baþqe tên bi nav kirin.


Ev yekîtî raz û sir e
Raz di hindirê raz de,

Deriyê bi aliyê serzîviran û ecêban de ye.


up

2

Her kes di cîhanê de tiþtê
Xweþik xweþik dibîne.
Di vir de nexweþikbûn heye.
Her kes tiþtê baþ baþ dibîne.
Di vir de þer û pîstî heye.

Ji lewre
Hebûn û ne-hebûn yek ya dî
Çêdike.
Zehmetî û hesanî hev tînin.
Dirêj û kin hevdu bi sînor dikin.
Bilind û nizim li ser hev radiwestin.
Pêþî û dawî didin dû hev.


Ji lewre
Hiþmendî xwe bi þêweyê wu-wie( kirina serbixwe) digire.
Û hînkirina bêgotin dixebitîne.
Li vir, tiþtên hezar çêkirî ne,
hîn nehatine ji hev veqetandin.


Ji lewre hiþmendî berheman çêdike
Bê wan bimelikîne,
Dike bê ti tiþtî hêvî bike
Û tekûz û temam dike bê
Di tekûzkirina xwe de berdewam bimîne.

Û eyn bi xwe lewra ew di wan de
Timî namîne


up

3

Heke tu xwe bi yê jêhatî û hêja
þelaf mekî, tu dê kesên din bike
nexwazên-pevçûnê.
Heke ti qedrê entîke û perên pirr
Li ba te tinne be,
tu dê kesên din dûrî diziyê bike.
Heke merovan tiþtên balkêþ û daxwazkirî
Nedîtin,
Ew dê nebin dilbijokî û pevneçinin.

Ji lewre, dema hiþmend serokatiyê dike,
Ew serên xelkê paqij dik,
Zikên wan dadigire,
Daxwazên wan qels dike
Û hestiyên wan xurt dike.

Ko merov bê þehrezayî û daxwazî hatin hiþtin
Dê ramanvan û rewþenbîr newêribin îþên
Xwe ji tiþtên ji wan re ne pêwîst bînin.

Bike bê fen û fût û plan, wê
Ti kêmaniya bi a te bê kirin tinne be.


up

4

Tao wisa berfireh e ko dema
Tu wê bi kar tînî, timî tiþtek
Dimîne.
Ew çiqasî kûr e!
Dixuye mîna ko ew pîrka herî
Pêþî ya hezarên tiþtan be.
Tûjbûnê ko dike
Girêkan vedike
Þewqa bêhawe dijwar hûr dike
Ew wisa tije ye!
Dixuye mîna jibermayên wê hebin.

Ew zaroka ez- nizanim- kê ye.
Û berheya Xwedayê kevnar yê
Li jor e. (berî wî hebû)


up

5

Ezman û Erd ne merovane ne,
û merovan mîna kûçikên pûþ dinirxînin.
Hiþmendî ne merovane ye,
û her tiþtî mîna kûçikên pûþ dinirxîne.
Valayiya di navbera Ezman û Erdê
De mîna qîrînekê ye :
Wê vala bike, ew xelas nabe.
Wê biguvêþe û pirrtir jê dertê.

Pirsa lê bi pirr gotinan
Ne mîna xwegirtina bi ortê û navendê ye.


up

6

Giyanê newalê ti carî namire.
Navê wî`mêya veþartî ye.´
Deriyê vê mêya nenas û veþartî
´ koka Ezman û Erdê ´ tê bi nav kirin.
Berdewam, dixuye ko dimîne.


Wê bixebitîne bê ko tu xwe pirr biwestînî


up

7

Ezman û Erd herdemî ne.
Sedemê ko Ezman û Erd
Dikarin bêdawî bin
Ew e ji lewre ne ew xwe tînin.
Û wisa, ew herdem sax in.
Ji lewre, hiþmendî xwe dike a dawî
Û ew a pêþî ye.
Ew ji dervî xwe ye û loma
Xweya (nefs) wê her heye.


Ma ne ji ber bêeziya wê ye
Ko ew xwe tekûz û pêrfêkt dike?


up

8

Baþiya herî bilind mîna avê ye.
Av bi hesanî sûd digihîne hemû tiþtan bê
Pevçûn.
Bi ser ko ew tiþtinan li ser xwe hildigire
Ko zilam nahebînin.
Ji lewre ew mîna Tao e.

Bo tê de û li ser bijîn, erd baþ e.
Bo hiþ û aqil, kûrbûn baþ e.
Baþbûna danê ko di wextê xwe de be.
Baþbûna axaftinê di
Gotina rastiyê de ye.
Di hikûmetê de, bi xwe-karîbûn û hayjixwe baþ e.
Di çaredîtina ji îþan re, karîbûn û hostetî baþ e.

Heke tu pevneçinî, gazin wê ji te neyên kirin.


up

9

Heke bernedî ta tije bibe ne
Wisa baþ e mîna rawestî û bisekinî.
Û þûrê pirr û zêde tûjkirî, zor
Berdewam nake.
Odeyeke bi zêr û mircanan miþtkirî
Nayê parastin.
Payekirina bi mal û milkan
Mirina te bi xwe re tîne.
Piþtî bidawîkirina kar, bi paþ de vegere.

Ev e Rêçka Ezman.


up

10

Giyanê dilbijok û daxwazok û pêlda
Vehesîne û bitebitîne
Û zeft bi yekîtiyê bigire:
Ma tu dikarî dûrî veqetandin û cihêbûnê
Herî ?
Liv û hêla xwe bixebitîne bo windakirin
Û nemana bêhntengiyê:
Tu dikarî mîna zarokekî bî?
Di pak û paqijkirina jiyana hindirê xwe de:
Ma tu dikarî wê berdî û serfiraz û azad bikî?
Di hezkirina ji merovan re û birêvebirina dewletê
De:
Tu dikarî dûrî lîsk û tep û rîpan bî?
Di vekirin û girtina dergehê ezman de:
Tu dikarî mê bî ?
Di ronahîkirina hemû gerdûnê de:
Tu dikarî ji hiþ û aqil azad bî?

Jidayikbûnê bidêyê û wê bi xwarin bike.
Bera ew berhema te be lê meke ya xwe.
Bike bê ko tu li hêviya tiþtekî bî.
Yê serek û serkeftî be, lê berpirsyariyê
Û birêvebirinê ji xwe re nexebitîne.

Ev navê wê qenciya nediyar û nenas e.


up

11

Sîh tîrêjk di nîvê çerx û dûlab de
Digihên hev.
Ji ber ew tiþtê hîn tinne ye ko
Erebe bi sûd û fêde ye.
Herî dibe þerbik.
Ji ber valahiya þerbik e ko
Ew bi fêde ye.
Deriyan û pencereyan jêbike
Da tu odakê çêbikî.
Ji ber valahiya wê ye ko
Ode bi xêr û bêr e.
Ji lewre, tiþtê ko aniha heye tê
Xebitandin bo wergirtina
Fêdê û sûd.

Lê di tinnebûnê û nelivirbûnê de
Fêde û sûdê herî pirr heye.


up

12

Rengên pênc çavên me kor dikin.
Dengên pênc guhên me ker dikin.
Tamên pênc zimanê me þaþ dikin.
Cirîd û nêçîr hiþê me þêt û dîn dikin.
Hebûna xizne û perên pirr
Dan û stendineke ziyan û tadetije
Diafirîne.
Ji lewre hiþmendî bêtir hay û qedir
Dide orte û navenda xwe, û
Ne çavên xwe.

Wan ji bîr dike û ortê dibijêre.


up

13

Li kêmqedir û bênirxkirinê mîna ew
Matmayinek be temaþe bike.
Bextreþiyê mîna ew ti bi xwe be binirxîne.

Çi mebesta min ji `mîna kêmqedirgirtin
Matmayinek be´ ?
Heke tu ne paye bî
Gihiþtin û pêkanîn matmayinek e
Û wisa ew winda ne.
Ji lewre min got.`bêqedirkirinê mîna ew
Matmayin be bipijêre.´

Çi qesd û mebesta min ji `mîna ew tu bi xwe bî
Bextreþiya herî mezin binirxîne`?

Heke eza min (nefsa min) tinne be,
çawa wê bextreþî bi serê min bê?

Ji lewre, heke tu jiyîna xwe
Bo pêkanîn û fêdên dinê dikî qurban,
tu dikarî xwe bispêrî dinê.
Heke tu ji vê xwebiqurbankirinê hez dikî
Tu dikarî bê sipartinî bextê dinê.


up

14

Lê bigere, nayê dîtin.
Nave wê dûrbûn e.
Lê guhdarî bike, nayê bihîstin.
Navê wê a kêm e.
Xwe dirêjî wê bike, pê nayê girtin.
Navê wê a hûr û jîr e.
Ev hersî kûrbûnên bilind
Nayên pîvan.
Ji lewre ew digihêjin hev bo bibin yek.

Jora wê ne ronî ye ;
Binê wê ne tarî ye ;
Bêrawestin ew heye, nayê
Bi nav kirin û vedigere ne- tiþtbûnê.

Wisa, navê wê bûye awayê bê awe,
Wêneya ne- tiþtî.
Ev navê wê nediyarî û tarîtiya herî mezin e.

Here cem wê, tu nikarî rûyê wê
Bibînî.
Bide dû, tu nikarî piþta wê bibînî.

Heke tu Tao a kevnar zeft bikî
Tu dê bikaribî heyina anihane baþ
Bixebitînî
Û despêka despêkane nas bikî.

Ev navê wê tayê Tao ê herî pêþiyane ye.


up

15

Hostên Tao ên kevnar
Hiþmendiyeke wan î razane
Î seyr î hûr î bêawe hebû
Kûrbûneke ko nayê nas kirin.
Û eyn bi xwe ji ber ko ew nayên nas kirin
Em bivên nevên bal û hayê xwe didin
Derketin û xuyakirina wan .
Wisa ji xwe ne bawer, mîna kesekî
Çemekî bi qeþa derbas bike.
Amade, mîna kesekî ji cîranên
Xwe yên li hawirdor bitirse.
Qedir û rêzgirtî, mîna mêvanekî.
Nerm û azad, mîna qeþa li ber ko bihile.
Rast û rast bi pêþ ve, mîna perçakî
Text î sade î nekolayî.
Vekirî, mîna newalê.
þevreþ û nenaskirî, mîna ava bi herî.


Kî dikare tevhev be, û zelalbûnê
Bi kar bîne da hêdî- hêdî ronî bibe
Û biçirisîne ?
Kî dikare aram û hêmin be, û xwestekeke
Asê û xurt bi kar bîne bo serkeftineke dawî
Pêk bîne?

Yê dide ser vê riyê dil nabijîne
Bicihanînê.
Bi hûrî ji lewre ew dil nabijîne
Bicihanînê.
Ew belkî þikestî û westiyayî be
Lê dike bê vegereke zû li
Tiþtên berê ko wî kirine.


up

16

Valabûnê bibe ta radeya wê a dawî
Bera bêdengî û aramî tekûz û temam bin.
Hezarên tiþtan bi hev re dixebitin
Di þahiyeke mûzîkane de.
Ji lewre ez li vegera wan temaþe dikim.
Hemû tiþt gulan vedidin û her yek vedigere
Qûrm û koka xwe.

Vegera kokê
Nave wê bêdengî û aramî ye.
Aramî navê wê vegera jiyînê ye.
Vegera jiyînê nave wê xurtî ye.
Naskirina vê xurtiyê navê wê
Ronahîbûyin e.
Dan û stendina bi zordarî bê
Naskirina tiþtê asê û xurt û rast
Tije tade û ziyan e.
Naskirina asêyiyê û rastiyê erêyî ye,
û ev jî orte û bêpartîtî ye.

Nepartîtî þahinþahî ye.
Þahinþahî ezman e.
Ezman Tao e
Tao nemir e
Herheyî ye.


Tu bê laþ dimînî,
Lêbelê tu namirî.


up

17

Ji destpêka demên kevnar û bi vir de
Wan ew nas kir û ew kirin ya xwe.
Nifþê bi dû wan de jê hez kirin
Û ew pesin dan.
Nifþê dî jê bi tirs bûn.
Û yê dî rihên wan jê diçû.

Heke tu ne rastgo bî ti kes ji
Te bawer nake.

Çiqasî ew bi gotinên xwe yên biha re
Haydar e!
Dema gotinên wê tekûz dibin
Û karê wê xelas dibe,
Her kes dibêje:` me ew kar kir!´


up

18

Dema Tao a mezin tinne bibe
Wê jen û dadmandî bên holê.
Dema þehrezayî belav bibe û kifþ bibe
Wê tep û rîpên mezin çêbibin.
Dema hersî têkiliyên mezin ne li
Gor hev bin
Wê kirina bi a dê û bav û dilovanî û
Dilpêþewitîn li wir bin.
Dema welat di serobiniyê de be
Minsterê dilsoz wê derkevin pêþ.


up

19

Dev ji `pîroziyê´ berde û bera
`zanayiyê´ de û wê merov
Sed ji sedî nirx û fêdê werbigirn.

Dev ji `hezkirina kesên din´berde
Û bera `dadmendiyê´de û dê merov
Bi ya dê û bavan dîsa bikin û dilovan bibin.

Xwe ji þehrezayiyê xelas ke û fêdê
Biqewirîne, û dê diz û rêbir nemînin.

Ew hersiyên jor gotin tenê ne,
Ew kêm in û têr nakin.
Ji lewre divê tiþtekî dî hebe ko wan
Di xwe de bihewîne.

Ê kokane û bingehî bibîne û
Li awayê necudabûyî miqate be.
Jixweheziyê kêm bike û daxwazan
Hindik bike.


up

20

Xwe ji `hînbûnê´ xelas ke
Û wê ti netebatî û lez û tirs nemîne.
Çiqa cudatî di navbera
`erê ´ û `na´ de heye?
Çiqasî ji hevdu dûr in
`baþ´ û `pîs´?
Bi ser de, tiþtê ko xelk jê dilbitirs in
Nayê ji bîr kirin.

Ez þaþ û belvbûyî me, yekcar li
Navenda xweþ nemame.
Her merov dilþa û bi kêf in, mîna
Ko di þahiya qurbaneke mezin de bin,
an hildikiþin ser þanoya Biharê.
Ez bitenê dimînim, bê ko min xwe ta niha
Diyar kiribe.
An mîna zarokekî navpêçekî hîn nekeniyaye.
Westiyayî, mîna kesekî bêhêvî dibe
Ji hebûna xaniyekî ko vegerêyê.

Merov hemû zêdetir kêf dikin
Ji ber min her tiþt li dû xwe hiþt.
Ez bi hiþên kesên din nezan im.
Wisa hiþgiran im!
Merovên orte û normal zelal in
Û ronî ne, ez tenê ez tarî û veþartî me.
Kesên orte her tiþtî dizanin.
Ji min tenê re her tiþt nixumandî dixuye.
Wisa rast!
Mîna oqyanosê.
Li derdorê hildipeke û pêl dide!
Wiha dixuye ko ti cih bo bêhnderxistinê nîne.
Her kes armanceke di serî de heye.
Ez tenê ez wisa nezan im mîn gundiyekî.
Ez tenê ji merovan cuda me.

Ez tenê ko dayik min bi xwarin dike
Dilþa me.


up

21

Awayê qenciya mezin tiþtek e
Tenê Tao dikare bide dû.
Tao mîna ´tiþtekî` hew nexuyayî ye
Û tarîtî ye.
Çawa nexuyayî !çawa tarîtî ! Tê de awe
Heye.
Çawa nexuyayî !çawa tarîtî ! Tê de
Tiþt hene.
Çawa kûr ! çawa þevreþ ! tê de
Navk û cewher heye.

Navk wisa rast e- a tê de
Bawerî ye.

Ji aniha ta sedsalên kevnar û entîke,
navê wê dev jê bernedaye, wisa
em dikarin li hemû kokan û çavkaniyan hûr bibin.
Çawa awayê hemû çavkaniyan û kokan
Dizanim?

Bi riya wê.


up

22

Ê tekûz nebûye wê tekûz bibe.
Ê xwar dê rast bibe.
Ê vala dê bê dagirtin.
Ê kevin wê bê nû kirin.
Bi hindikan re bicihanîn heye
Bi pirrbûnê re tevhevî û þaþtî heye.
Ji lewre hiþmendî bi tiþtekî tenê digire
Û dibe nimûne û modêl ji hemûyan re.

Ew xwe nayine pêþ, û
Ji lewre eþkere ye.
Bi zor xwe nade çesipandin, û
Ji lewre tê çesipandin û dibe xwedî maf.
Xwe paye nake û ji lewre bi qedir e.
Berxwedan û þer nake û ji lewre
Serkeftî ye..

Û eyn bi xwe ji ber ew bi ti kesî re
Nakeve berberî û dijatiyê, ti kes
Nikare li himberî wê bisekine û dijatiya wê
Bike.

Çawa emê karibin li gotina kevnaran,
´ê tekûz nebûye wê tekûz bibe´ mîna ko ew
gotineke vala be binerin?


Bi tekûzkirinê û temamkirinê bawer
bike û vegere wê.


up

23

Heke hindik biaxivî ev jixweyî(xwezayî) ye.
Ji lewre bahoz tevaya sibehê ranabe
Û barana þirîn jî tevaya rojê namîne.
Kî van tiþtan dike? Ezman û
Erd.
Heke ezman û erd nikaribin
Çêbûneke bêrawestin bînin pê
Çawa merov dê karibin?

Ji lewre tiþtek heye jê re dibêjin
Kirinên xwe li gor Tao ko bikî.
Heke tu li gor Tao bî
Tê bibe yek pê re.
Heke tu li gor qenciyê bî
Tê bibe yek pê re.
Heke tu li gor windakirinê bî
Tê bibe yek pê re.

Tao bi dilxweþî ligorbûnê hembêz dike
Qencî bi dilþadî li ligorbûnê dinere.
Windakirin jî bi dilkêfî ligorbûnê hembêz dike.


Heke tu nehêjayî bawerpêkirinê bî, merov
Bi te bawer nakin.


up

24

Heke li ser serêtiliyan rawestî, tê ne xurt
di cihê xwe de bî
Herdu çîqên te dûrî hev bin, tu nikarî bimeþî.
Ko tu xwe eþkere û diyar bikî, tu dê neyê
Dîtin.
Heke tu xwe bi zor bidî pejirandin,
tu dê ronî nekî.
Heke tu xwe qure û paye bikî, wê kes
Qedrê te megire.
Heke tu xwe bilind bikî, tê bê serkeftin bî.

Yên li gor Tao dijîn wan wisa bi nav dikin.

Xwarina jibermayî û kirinên winda
Û ti kes ji wan hez nake.

Ji lewre kesê Tao ê
Wilo nake.


up

25

Tiþtek heye ko di tevheviya xwe de
Pêrfêkt e
Ya ko berî ezman û erdê ji dayik bûye.

Wiha bêdeng û bitenê!
Xwe dadimezirîne bê nûkirin
Bi awakî gerdûnî dixebite bê kêmasî.
Em dikarin wê mîna dayika her tiþtî
Bibînin.

Ez navê wê nizanim.

Ji lewre, heke zor li min hat bo wê bi nav bikim,
Dê bi ´Tao´ bang bikêmê.
Ko bi zor divê ez beþê wê bibêjim, ezê bibêjim
`mezin´ e.

Mezinahî bêsînorbûnê û nediyarbûnê dide.
Neeþkerebûn û bêsînorbûn çûna-dûr dide.
Çûna- dûr vegerê dide.

Ji lewre, Tao mezin e, ezman mezin e,
erd mezin e
Û merov jî mezin e.

Merov didin dû erdê.
Erd dide dû ezman
Ezman dide dû Tao
Tao dide dû riya çawabûna tiþtan.


up

26

Giranbûn rehê sivikbûnê ye.
Aramî û hêmenî serdestê netebatbûnê ne.
Ji lewre hiþmend tevaya rojê digere
Bê ko barê xwe ê giran deyne.
Bi ser ko belkî pirr dîmen û tiþt hebin
Bo li wan binere
Lê di ber wan re bi sivikayî dibihure.

Ko ev wisa be
Çawa dê serdestê dewleteke mezin
Hayjixwe be û þehreza be
Ko wî xelk ji bîra kirin û guh li wan nekir?

Ko bi sivikayî here wan, tu dê qurmên xwe
Winda bikî.
Ko ne giran û xurt bî, tu dê serdestiya xwe
Ji dest bixî.


up

27

Rêwiyekî jêhatî ti þopan li dû xwe nahêle
Gotareke baþ ji dîtina þaþtiyan û kêmaniyan li cem
kesên din vala ye.
Jimêrkarekî zîrek ne pêdiviyî jimêrer e.
Deriyekî baþ-girtî dê girtî bimîne bê ko kes pê bigire.
Þidandin û asêkirina baþ dê bimîne bê
Ko bê girêk kirin jî.

Bi vî þêweyî û islûbî hiþmendî
Xelkê bi zîrekî hîn dike
Ji lewre jî ew kesekî ji hînkirina xwe
Ji bîr nake û bi dûr naxe.

Herdem ew hoste ye di alîkirina bi tiþtan re
Ji lewre ew ti tiþtî navêje.
Ev navê wê ´bicihanîna ronahiyê´ ye.


Loma jî, ên baþ mamostên yên
Ne-wisa- baþ in.
Û kesên ne-wisa- baþ berpirsyariya
Ên baþ in.

Heke tu mamostê xwe hêja nenirxînî
An ji þagirtên xwe hez nekî:
li gel tu zîrek û þehreza bî jî,
tu bi xwe bi qeysî libên qûmê þaþ î.

Ev navê wê kûrbûn û hûrbûna kokane ye.


up

28

Nêrtiyê binase, riya xwe ber bi mêtiyê ve
Bibe
Bera tu newalek bî ji her kesî re.
Heke tu buyî newalek ji her kesî re
Tu herdem di qenciyan de yî
Bê ketin û þemitandin
Û vedigerî zarokbûnê.

Sipî binase, riya xwe bi aliyê reþ ve
Here
Bibe modêl û idyal ji her kesî re.
Ko buyî idyal û modêl ji her kesî re
Tu dê di qenciyan de bî û bê þaþtî bî
Tu dê vegerî bêsînorbûnê û ti tixûb wê
Ji te re nîn bin.
Payebûn û navdariyê binase lê
Riya xwe bi aliyê xwebiçûkdîtinê ve hilkiþe
Bibe newal ji her kesî re.
Dema ko kok û rehên te di qenciyê de
Erd girtin û kamil bûn
Tu dê vegerî awe û heyina
`perçê nejêkirî´

Perçe jêbûye û bûye pirr pêker(edat)
Hiþmendî pêkeran bo bicihanîna rolan
Bi kar tîne.

Ji lewre terziyê mezin ti carî jênake.


up

29

Heke tu bixwazî cîhanê
Ji xwe re bistînî û bibî birêvebir û
Serokê wê
Ez dikarim bibînim ko tu bi ser nakevî
Û tu dê bê serfirazî bî.
Cîhan firaxeke ji can û giyan e, nayê
Bin dest xistin û kontrol kirin.

Lîsker û guher tiþtan gemar û tevhev dikin.
Û yên dixwazin dest deyinin ser wan û ji xwe re bibin
Ew winda dikin. Ji lewre:

Carna tu rêber î
Carna tu dadûyer î
Carna tu bêhnteng î
Carna tu bêhnfireh î
Carna tu xurt î
Carna tu qels î
Carna tu diþkînî
Cana tu tê þkenandin.

Ji lewre, hiþmendî ji zêdebûnê baz dide
Ji xwestin û daxwazên zêde direve
Ji payebûn û pozhildayiyê bi dûr dikeve.


up

30

Heke tu Tao mîna pirinsîpekî bo
Birêvebirina xelkê bixebitînî
Tu dê bi hêza leþkerî zordariyê li wan mekî.

Tiþtê li dor digere li dor vedigere.

Cihê ko serokleþker lê daniye
Strî û darên striyan lê mezn dibin.
Di þiyarbûna leþkeriyeke mezin de
Saline pirr ji birçîbûnê û xela tên pê.
Heke tu tiþtê dikî zanibî
Tu dê tiþtê pêwîst bikî û
Li wir bisekinî.

Bibe serî lê pozbilindiyê meke
Bibe serî bê tu diyar bikî
Bibe serî lê bê payeyî
Bibe serî lê bê hilkirin
Bibe serî lê bê zordarî.


Dema tiþt þaxan û kulîlkan didin
Piþtre diçilmisin.

Ev navê wê ne-Tao e
Tiþtê ne-Tao e kurt-jîn e.


up

31

Silehên tûj aletin deyûz in.
Herkes rihê wî ji wan dire.
Ji lewre zilamê Tao bi wan re
Ne rihet e.

Di îþên hindirî yên ciwamêran de
Çep cihê rûmet û namûsê ye.
Di îþên leþkerî de rast cihê
Namûsê ye.
Ji ber çek û sileh aletin deyûz in,
loma ew ne alav û aletên ciwamêran in
Wisa ew wan bêkêf bi kar tînin
Û pêtir ji sadebûn û hesaniyê hez dikin.


Zorbirin û serkeftin yekcar ne þêrîn e.

Ew kesên zorbirin û serkeftin bi wan þêrîn e
Ew bi xwe ne yên bi kuþtinê dilxweþ dibin.
Ko tu bi kuþtinê kêfxweþ dibî
Tu nikarî baweriya xelkê bi xwe bînî.

Kirinên rûmetdar û hêja cihê
Qedirgirtina wan li çepê ye.
Kirinên pîs û þûm cihê qedirgirtina wan
Li rastê ye.
Lutinantê komandar li çepê radiweste.
Serokê komandaran li
Rastê.
Û ew diaxivin, terqînên miriyan yên payedar
Bo binaxkirina xelkê bi kar tînin.

Xelkên sade û hesan, ew ên mirî tev
Ji wan in
Bi þewatî dilorînin û dinalin
Yên serkeftî wan bi binaxkirineke
Payedar vediþêrin.


up

32

Tao tim bênav e.
Û heke xortik biçûk be jî
Ti kes nikare wî têxe bin destê xwe.
Heke birêvebir bikaribin van pirinsîpan
Bi laþ bikin
Dê tiþtên hezar ji ber xwe ve
Bi dû wan din.
Ezman û erd dê têkevin lihevbûnekê
Pêrfêkt
Û wê xunaveke þêrîn bibarînin.

Xelk, nikarin pê re li gor wê bidin û bistînin
Guhertinan û lihevanînan çedikin ;
Û wisa destpêka perçebûna navan tê pê.
Ji lewre ji berê de pirr û têr nav hene
Divê tu bizanî li kû rawestî.
Nas bikî li kû bisekinî, tê zehmetiyan
Û tirsê dûrî xwe bixî.

Tao di cîhanê de dijî

Mîna av û kaniyên newalê ye bi aliyê
Robar û deryayan de diherike.


up

33

Heke tu kesên din fam bikî
Tu þehreza yî.
Heke tu xwe fam bikî
Tu ronakbûyî yî.
Heke tu bi ser kesên din bikevî
Tu bi hêz î.
Heke tu zora xwe bibî
Tu xurt î
Heke tu zanibî çawa razî bî
Tu dewlemend î.
Heke te bi liv û germî kire, viyana
Te heye.
Heke tu armanc û xwestekên xwe winda
Nekî tê dûdirêj bimînî.

Heke tu bimirî bê windakirin, tu abadîn
Û herheyî yî.


up

34

Tao mîna çemekî mezin î lehîhatî ye.
Çawa dê bi aliyê çepê an rastê de bê zîvirandin?
Hezarên tiþtan pê dijîn bê hayê wan jê hebe.
Ew tiþtan pêrfêkt dike û kamil dike lê
Nayê gotin ko ew wan dijîne.
Hemû tiþtan bi kiras û cil û xwarin dike
Bê mîrîtiya wan bike.

Ew herdem bêdaxwaz e, wisa em nave wê dikin
`ya biçûk. ´
Tiþtên hezar lê vedigerin û dawa
Mîrîtiyê li wan nake
Ev navê wê`mezinahî.´ ye
Ta dawiyê, li xwe mîna ko ew mezin e
Nanere.

Ji lewre ew mezinahiya xwe bi cih tîne
Û dibe serî.


up

35

Xwegirtina bi Awayê Mezin
Hemû tiþt diqedin û dûr dirin.
Dûr dirin û diqedin bê tade li wan bê,
di Aþtiya Mezin de bi cih dibin.

Ji bo xwarin û mûzîkê ye
Ko rêwiyên derbasbûyî disekinin.

Dema Tao di pencereya xwe de
Xuya dibe
Ew wisa hûr e, ti tam jê re nîne.
Lê binere, nikarî wê bibînî.
Lê gudarî bike, dengê wê nayê te
Wê bi kar bîne

Tu nikarî wê biwestînî


up

36

Tiþtê ko wê bê hev
Divê pêþî hatibe vezilandin.
Tiþtê wê bê lawaz kirin
Pêþî divê hatibe xurt kirin
Tiþtê wê bê hilweþandin û xistin
Pêþî divê hatibe bilind kirin.
Tiþtê ko wê bê stendin
Divê pêþî hatibe dan.

Ev navê wê`ronahîkirina hûr.´e

Tiþtê cirxweþ û nerm zora yê
Hiþk û çavsor û bêhnteng dibe

Masî nikare dev ji avê berde.

Çek û silehên welêt yên dijwar
Nabe pêþ xelkên wî bên kirin.


up

37

Tao herdem `ne- kirine´
Bi ser ko tiþt niye ko ew nake.
Ko yê birêvebir bikaribe wê
Bi laþ bike û bi cih bîne
Her tiþt dê bi awakî xwezayî
Bê guhertin.

Heke hatin guhertin, dê bivên ko bikin.

Wisa divê ez wan girêbidim, vî bênavî
`qurmê perçak`(hiþê kokane) bi kar bînim


Bi riya bikaranîna vî bênavî (qurmê perçak)
Dê ew bibin bê daxwaz.
Bêdaxwaz, wê bitebitin û aram bin
Hertiþt- li bin- ezman bi þêweyekî xwezayî
li cihê xwe ye.


up

38

Qenciya rast ne exlaqî û moralî ye
Ji lewre bi nirx û qîmet e.
Qenciya nekûr herdem xwe dike
Moral û cilekî wê yê exlaqî heye
Ji lewre ti bihayê wê nîne.

Qenciya rast ‘nake’
Û ti mebesta wê nîne.
Qenciya sade û nekûr ‘dike’
Û tim mebest û qesda wê heye.
Jen a rast ‘dike’
Lê ti qesd û mebest jê re nîne.
Jîrîtiya rast `dike´ û heke tu bersivê nedî

Dê zendikên gumlekên xwe bikiþînin
Û çavsoriyan li te bikin.

Ji lewre, dema Tao nemîne qencî
Heye
Dema qencî winda bibe jen heye
Dema jen nemîne dadmendî heye
Û dema dadmendî nemîne adet
Û jiberxwefedîkirin û layiqî heye.

Aniha `layiqî` rûyê derve ye
Ji rastî û dilsoziyê re
Û destpêka tevlhevî û nexweþiyê ye .

Loma hoste di bingehiyan de dijî
Û ne di nekûriyan de
Di fêkiyan de bêhna xwe derdixe
Ne di kulîlkan de


up

39

Van di dema berê de giþtîtî
Bi cih anîn:

Ezman giþtîtî bi zelaliya xwe
Bi cih anî;
Erdê giþtîtî bi xurtiya xwe bi
Cih anî;
Giyan giþtîtî bi bilindî û nediyariya
Xwe bi cih anî;
Newalê giþtîtî wextê tije dibe
Bi cih anî;
Tiþtên bi hezaran giþtîtî di jiyanê de
Bi cih anîn;
Serokan giþtîtî bi rastbûna birêvebirina
Xelkê bi cih anîn.

Bi kirina wisa:
Ko ezman bê zelalî be dê perçe bibe;
Heke erd xurtî lê kêm bikeve dê bi dûr de
Bifire;
Heke giyan bê nediyarî û bilindî be
Dê biweste û bibetile;
Heke newal bê tijeyî be
Dê kêm bibe û nemîne;
Heke hezarên tiþtan bê jiyan man
Dê nebedî bibin.
Heke yê serok bê ciwamêrî û payeyî be
Dê bikeve.

Ji lewre
Malmezintî û rûmet xwebiçûk û xwenizimkirin
Reh û kokên wê ne
Bilindî nizmî bingeha wê ye.
Ji lewre qiral navên xwe dikin`
Yên sêwî, yên nizim, yên nehêja.`

Ma ev ne bikaranîna nizmiyê mîna
Bingeh û kokê ye? Ma ne wisa ye?

Bi vê riyê tu dikarî bandor û þopa herî
Mezin û baþ pêk bînî bê ti bargiranî.
Bê hêvîkirina cewherên bêhempa û bêmînak
An pirrbûna libên qûmê.


up

40

Veger liva Tao e.
Nermkirin karê wê ye.
Her tiþt di gerdûnê de ji habûnê
Çêdibe.
Hebûn ji ne-hebûnê çêdibe.


up

41

Dema þagirtên hêja û zanbilind bi Tao
Dibihîzin
Pirr xwe diwestînin da pê bikin û bi kar bînin.
Dema þagirtên orte bi Toa
Dibihîzin
Carna pê digirin û carn wê winda dikin.
Dema þagirtên nizim bi Tao dibihîzin
Hîr-hîra kenê wan e.

Lê pê ‘nekenîn’ bi xwe ne gelekî
Bes e da navê Tao lê bibe, ji lewre
Hatiye gotin:

Tao a birûskdar tarî dixuye
Pêþketina di Tao de mîna vegerê ye.
Man û sekna di Tao de hiþk û zehmet dixuye.
Qenciya rast mîna newalê ye.
Paqijî kêm dixuye.
Qenciyên berfireh nebes dixuyin.
Qenciyên kokxurt xapîner dixuyin.
Rûyê rastiyê dixuye ko tê guhertin.
Jêhatbûn û karîbûna mezin pirr wext dixwe
Bo temam û pêrfêkt bibe.
Dengê mezin û xurt zehmet e bê guhdarî kirin.
Awayê mezin bê þêw û awe ye.

Tao veþartî ye û bênav e.

Ji ber wisa bixwe ye ko Tao baþ e

Bo pêþxistinê û pêrfêktkirinê.


up

42

Tao yekê çêdike, yek didwan
Çêdike.
Dido sisyan çêdikin û
Sisê hemû tiþtan çêdikin.
Her tiþt bi ya yin dikin û yang hemêz dikin.
Inerciya xwe nerm dikin da dûzan û lihevhatinê
Û harmoniyê bi cî bînin.

Merov hez nakin ko li xwe mîna
‘sêwiyan’, ‘nizman’, ‘bênirxan’
binerin
li gel ko þah û qiral van navan li xwe dikin.

Hin winda dikin lê bi ser de fêdê dikin
Hin din fêdê dikin lê bi ser de winda dikin.
Ziþtê ko xelkê hîn kiriye
Ez jî hîn dikim:
´yê xurt û hêzdar cihê xwe yê mirinê
nabijêre.`
Ez li vî tiþtî dinerim mîna ew
Bavê hemî hînkirinê be.


up

43

Tiþtê herî nerm di cîhanê de
Dê bi ser yê herî hiþk keve.
Tinne-bûn dikare derbas be cihê
Ko cih tê de nîne.
Ji lewre ez sûd û fêda kirina negirêdayî
Û serbixwe
Dizanim.
Hînkirina bêgotin û
Kirina serbixwe

Kêm tên dîtin.


up

44

Kîjan bihatir û hêjatir e, nav û deng an jiyîna te?
Kîjan mezintir e, jiyana te an
Hebûna sermiyan û tiþtan?
Kîjan pirrtir bi êþ e, bidestxistin an windakirin?
Ji lewre em herdem bihayeke mezin
Ji bo hezkirirna zêde didin
Û bi windakirineke kûr diêþin ji bo
Danhevek û komkirineke bêhawe.
Heger tu nas bikî ko tiþtek bes e, dê
derdê xizaniyê mekþînî.
Ko zanibî li kû rawestî, wê ti ziyan
Û tade li te meyê.

Û tê dûr-dirêj bimînî.


up

45

Kemal û pêrfêktbûna hêja kêm dixuye,
lê bê þaþtî û seqetî kar dike.
Tijebûna mezin û hêja vala dixuye, lê
Bê west kar dike.
Rastbûna hêja xwar dixuye,
jîrbûna hêja qelafetgiran dixuye,
Zimanxweþbûna hêja lal dixuye.

Dilgermî zora sariyê dibe, hêmenî û bêlivbûn
Zora germiyê.


Zelalbûn û aramî û tebat her tiþtî
Datînin cihê rast.


up

46

Dema Tao li cihekî belav dibe
Hesp hêdî-hêdî diçêrin
Û erdê sergo dikin.
Dema Tao li cihekî tinne be
Hespên þer û cengê li dervî bajêr tên
Xwedî kirin.
Bûbelat û katastrofên xwezayane,
ne
Pîs û kirêttir in ji nezanebûna ko
Tiþtek bes e.
Windakirin ne kirêttir e ji daxwaza hîn pirrtirî.

Ji lewre qenciya ji naskirina ko tiþtek bes e
Dertê
Qenciyek sermedî û bêdawî ye


up

47

Bê çûna dervî derî, naskirina
Her tiþtî,
Bê nerîna di pencerê re, dîtina
Riya ezman.

Çiqa dûr tu herî, wisa kêm
Tu nas dikî.

Hiþmendî di her tiþtî de digihêje
Bê ko di hemû prosêsê de here.
Ew bi nav û deng e bê xwe diyar bike.
Ew pêrfêkt e û tekûz e bê
Hewildan û westana pirr.


up

48

Bi xwendinê, her roj merov tiþtekî
Bi dest dixîne.
Bi kirina bi Tao, her roj
Tiþtek winda dibe.
Winda dibe û dîsa winda dibe.
Ta tiþt nemîne ko bê kirin.
Ne-kirin, tiþtek nemaye ko nehatiye kirin.
Cîhan dikare ya te be bi yekcar neguhertin û nelîstina
Pê.
Tu çiqasî pê bilîzî û wê biguherî
Tu nikarî cîhane bikî ya xwe.


up

49

Hiþmendî hiþekî neguher jê re nîne,
Li hiþên merovan dinere mîna ko
Ên wê bin.

Ez bi yê baþ re mîna ko baþ e,
û bi yê pîs re mîna ko ew jî baþ e didim û distînim.
Ev baþiya rast e.
Ez baweriyê bi yê bawerî pê tê tînim, û
Bi yê bawerî pê nayê jî.
Ev baweriya rast e.

Dema hiþmendî bi merovan re dijî,
xwe bi wan re didûzinîne
An zanebûn û hiþê xwe ji wan vediþêre.
Hîþmendî bi wan re dide û distîne mîna
zarokên xwe.


up

50

Hatina jiyanê û derbasbûna mirinê
Peyên jiyanê sisê di dehan de ne.
Peyên mirinê sisê di dehan de ne.
Ew ên liva jiyanê erda mirina wan e
Sisê di dehan de ne.
Çima ev wisa ye?
Ji lewre ew jiyanê dijîn û destan li
Xweþbûna wê ya dewlemend digirin.

Aniha min bihîstiye ko ew ê di danûstendina bi jiyanê re
Pispor e
Dikare rêwîtiyê di welat de bike bê ko
Liqayî piling û kerkedenan bibe,
dikare têkeve þeran û pevçûnan bê birîn bibe.
Kerkeden ti cihî nabîne ko qiloçê
Xwe tê de biçikilîne,
Piling ti cihî nabîne bo bi lepûþkên xwe
Biçirîne,
Çek û sileh ti cihî nabînin ko pêþwaziya
Serên wan ên tûj bike.
Çima?

Ji lewre ew ti erd- mirin jê re nîne.


up

51

Tao jidayikbûnê didêyê,
Qencî û hêjayî wê lêdike
Metiryal wê bi awe dike,
Liv wê pêrfêkt dike.
Ji lewre, ti tiþt ji hezarên tiþtan nîne
Yê ko qedrê Tao nagire an hêjabûna wê
Bilind nanirxîne.
Ev girtina qedrê Tao û nirxandina wê bi
Bilindî
Tiþtk e ko ew bi awakî xwezayî dikin
Bê ko bên zor kirin
Loma, Tao jidayikbûnê dide.
Qenciya wê lêdike, bi pêþ ve dibe, mezin dike,
serrast dike, dike bi disiplîn,
Bi xwarin dike, dinxumîne û diparêze,
Beran û berheman dide lê ji xwe re hilnayine,
Dike bê li bendî kesekî be
Dide pêþ bê zor û hêz.

Ev e “Qenciya bê mînak û tije sir û raz.”


up

52

Ji her tiþtî re destpêkek heye, em dikarin
Mîna Dayika wan lê binerin.
Ko em dayikê nas bikin, dikarin zarokan
Nas bikin.
Zarokan nas bikî, hîn ko
Xwe bi diya xwe ve girtine,
Tu dikarî bimirî bê êþ.

Kulek û qulan bixetimîne
Derî bigire,
Tu dikarî jîna xwe bidomîne
Bê tirs.

Deriyan veke,
Têkilî û dan û stendinên xwe pirr bike
Dawî ti kes nikare alîkariya te bike

Hûrbûnan bibînî ew e tu têyî ronahî kirin.
Nerm bimînî ew e xurtbûn bi nav dibe.
Ronahîbûnê bi kar bîne, lê vegere
Roniyê.
Tadê li xwe meke.

Ev e “ bikaranîna sermediyetê”


up

53

Heger tenê hineke hiþmendî li ba min hebe
Divê ez li ser vê riya hêja û mezin bimeþim
Ji windakirina wê tenê bitirsim.
Bi ser ko rê pirr fireh e
Xelk ji riyên tengokî hez dikin.
Dadgeh paqij e,
lê mêrg û zevî di bin þînkayiyên ziyanker de nema dixuyin,
û odeyên genim vala ne,
Ew cilên hevirmêþane û xemlandî li xwe dikin,
Di destên wan de þûrine tûj wek êgir,
Xwe li ser xwarin û vexwarinan diperixînin
Dewletî ne bêhawe.
Navê dizên pozbilind û paye li wan dibe

Ev bêguman ne Tao e.


up

54

Tiþtê baþ- di cih de ye
Nayê rakirin.
Tiþtê baþ- zeftkirî ye ji te nakeve.
Nifþekî piþtî yê dî rahiþtin
Rêzgirtina pêþiyan û bi kar anîn bê þkenandin

Wê di xwe de biçîne û wê qencî
Rastiqîn bin.
Wê di malbatê de biçîne û wê
Hêjayî û nirx biherikin û di ser re herin.
Wê di bajêr de biçîne û hêjayî û ciwamêrî wê
Mezin bin.
Wê di welat de biçîne û wê nirx û ciwamêrî
Dewlemend bin.
Wê di çihanê de biçîne û wê hêjayî û nirx û sûd
Li hemû derê bin.

Ji lewre xwe bistîne û nobedarê xwe be
Malbatê bistîne û hay jê hebe.
Bajar bistîne û hay jê hebe.
Welat bistîne û hay jê hebe.
Cîhanê bistîne û hay ji cîhanê hebe.

Çawa ez cîhanê nas dikim ko ew wisa ye?

Bi vê riyê.


up

55

Kesê di hêza binirx de dewletî dijî û dimîne
Mîna zarokekî nûçêbûyî ye.
Mozqirtk û tûpiþk û marê jehrdar
Pêvenadin,
Lawirên bejî êrîþî wî nakin,
Balendên goþtxwer lepûþkên xwe tê ranadin.
Bi ser ko hestiyên wî qels in
Û laþê wî bê qewet e,
zeftkirina wî bi tiþtan xurt e.
Bê bîrbirina tevheviya nêritî û mêyitiyê
Ew berhemek xwerû ye,
Di liv û hêza jiyanê de yê herî bilind e.
Rojê giþî bang û qîrqîrê dike bê ko dengê wî bikev.
Ew e yê herî biserketî di dûzan û lihevkirinê û harmoniy
de.

Têgihiþtina di harmonî û dûzanê de
Xurtbûna bi kok e.
Naskirina xurtbûna kokane
Xweronahîkirin e.
Bixwarinkirina jiyanê
Xêr û berekt e
Bêhnderxistin û bêhnkiþandin
Bi destê te be
Ev hêz û xurtbûn e.

Piþtî tiþt gul didin û dibiþkivin ew diçilmisin û têk diçin
û
Ev navê wê ne-Tao e.

Tiþtê ne-Tao e zû hildiweþe.


up

56

Yê dizane naaxive.
Yê ko diaxive nizane.
Pencerên laþê xwe bigire, deriyê xwe bigire,
tûjiya xwe nerm û ko bike, girêkên xwe
winda bike.
Þewq û ronahiya xwe hûr bike û tev herroj
Bibe.

Ev navê wê yekitiya bicihanî ya tije raz û hêja ye.

Erê tu nikarî wê bike ya xwe, lê
Tu dostê wê yê nêzîk î
Û di eynî demê de, tu dûr î.
Erê tu nikarî wê bike ya xwe,
Lê tu li def wê sûd û fêdê werdigirî
Û ziyan li te dibe li ba wê.
Tu nikarî wê bikî ya xwe, lê
Tu qedirgiran î li ba wê
Û bênirx î li ba wê.

Ji lerwre cîhan te qenc dinirxîne.


up

57

Rastiyê û baþiyê di birêvebirina dewletê de
Bi kar bîne.
Tektîkên jinivkêde di cengê de bi kar bîne.
Pirr guh nede cîhanê û cîhan wê ya te be.
Çawa dizanim ko mîna wisa ye?
Ji lewre:
Çiqa qanûn pirr bibin,
Dê wilqasî merov belengaz bibin.
Çiqa merov çekên kujer bi dest xin,
Wilqasî wê welat û êl tarî û þevreþ bin.
Çiqa merov þehreza bin,
wilqasî wê kirin nexwezayî bin.
Çiqa qanûn hûr be,
Wilqasî wê diz û nijdevan pirr bin.

Ji lewre hiþmend dibêje:
‘ ez riya xwe bi zorê çênakim
û merov xwe diguherin.
Ez bi aramiya xwe re rihet im û xelk
Xwe serrast dikin.
Ez xwe tev îþên xelkê nakim û xelk
Xwe dewlemend dikin.

Ti daxazên min nînin

Û xelk zanebûna xwe ya kokane dibînin.


up

58

Ko hikûmetê xwe dabe paþ
Merov bi xweþî dijîn.
Heger hikûmet rexnan bike
Merov bi tirs in.
Bextê pîs li gor bextê baþ e.
Bextê baþ bextê pîs vediþêre.
Çi baþbûna sînorzanîna eþkere ye?
An ne li gor sînoran?
Yê normal vedigere û dibe xerîb û seyr.
Baþbûn vedigere û dibe þaþtî û xwarbûn.

Merov bi rastî ev demeke dirêje ko
Tevhev û þaþo-maþo ne.

Ji lewre hiþmend tiþtan li hev tîne
Bê birrîn û jêkirin.
Bi kêlek dike bê jihevveqetandin.
Rast dike bê ko têxe rêzekê de.

Dibiriqe bê çavan biêþîne.


up

59

Di birêvebirina welatekî û xizmeta
Ezman de
Ti tiþt mîna destgirtinê nîne.
Tenê ko tu destgirtî bî tu zû
Rihet dibî.
Dema tu zû rihet û bi ser xwe ve têyî
Tu hêjayan kom dikî.
Ko te hêjayî û qencî pirr kirin,
ti tiþt namîne tu nikaribî zorê bibî.
Heger ti tiþt tinne be ko tu karibî zorê bibî
Kî dê kenar û pileyên karîbûna te nas bike?
Ev pileyên karîbûnê ên nayên pîvan
Tu dikarî welat hemî bistînî.

Diya ko welat yê wê ye
Dê temenê wê dûdirêj be.
Ev wisa tê bi nav kirin“çandina rehan
Kûr û xurt.’

Riya jîna dirêj û þehrezayiya sermedî.


up

60

Birêvebirina welatekî fireh mîna çêkirina
Masiyekî biçûk e.
Heger tu merovan bi Tao birêve bibî
Dê ji Iblîs û þeytan re ti hêz tine be.
Ne ko wê bêhêz bin,
lê wê qewet û hêl û hêza wan nikaribe
ziyan û tadê li mirovan bike.

Ji lewre hiþmend tadê li xelkê nake,
Herdu dê ziyanê negihînin hev.

Li vir hêza wan tevhev dibe û li wan
Vedigere.


up

61

Dewleta herî mezin divê mîna
Newala çemekî be.
Cihê tevheviyê yê dinyayê,
Pîrekiya cîhanê.
Herdem mêtî bi ser nêrtiyê dikev
Bi riya nermatiyê
Ji ber nermatî kêmtir e
Ji lewre heger dewleta mezin xizmeta ya biçûk kir
Ew dê dewleta biçûk ji xwe re bistîne.
Heger dewleta biçûk xizmeta ya mezin bike
Ew dê wê ji xwe re bistîne.

Ji lewre hin xizmetê dikin bo fêdê bikin
Û hin fêdê dikin bi ser koletî û dîlitiya xwe de.

Dewleta mezin tiþtekî ji yekkirina û bixwarindana
Merovên xwe pirrtir naxwaze.
Dewleta biçûk tiþtekî ji ko têkeve bin destê
Merovekî rast zêdetir naxwaze.
Wisa herdu tiþtên dixwazin bi cih tînin.

Hêjayî û mezinahî ye ko tu xwe li jêr bihêlî.


up

62

Tao kûr di her tiþtî de veþartî ye.
Ew xizna baþan e
Û warê revê ye ji yên ne- wilqasî-baþ re.
Bi gotinine haydar û þehreza tu dikarî
Serkeftî bî.
Bi kirinine ciwamêr tu dikarî bê bijartin.

Merov belkî ne wisa baþ bin, lê tê
Çawa guh li wan meke?

Ji lewre, û heger komên hespan pirr mor û mircanên
Hêja û biha anîbin bo þahiya bitackirina impirator
Û danîna hersî mîran jî,
ev ne çêtir e ji mana te li cihê tu
aniha lê yî
û di Tao de pêþ dikevî.

Çima kevnaran wisa Tao nirxbiha
Dîtin ?

Tu nikarî bibêjî ko ev bo xatirê
Ji xwe re jê peran bigirin
An cezak û tirsek di destên wan de
hebe pê kuþtinê
Rawestînin.

Ji lewre ew ya herî pesndayî û bihadîtî ye
Li cîhanê.


up

63

Bike bê ‘tu bikî.’
Bibe beþdarek bê tu têkevî têkiliyan û rolekê
Bilîzî.
Bitehmîne bê tu bitehmînî
Yê mezin biçûk bike,
Pirr hindik bike.
Bersiva bêhntengiyê û aciziyê bi baþiyê bide.
Îþên xwe bi zehmetiyan re biqedîne hîn ko
Ew hesan in .
Bi yê mezin re bide û bistîne hîn ko ew kiçik e.


Teþqelên mezin di jiyanê de
Herdem sade û hesan dest pê dikin.
Têkiliyên mezin herdem biçûk dest pê dikin.
Ji lewre hiþmend bi yê mezin re nade û nastîne
Û dikare mezinahiya xwe bike birra.

Aniha gotinine sivik baweriyeke hindik çêdikin
Pirr hesanî dibe pirr zehmetî
Ji lewre hiþmend bi tiþtan re dide û distîne
Mîna ko zehmet bin,

Û ji ber wisa, ti zehmetiyên wî nînin.


up

64

Yê radizê pirr hesan e pê bê girtin.
Yê hîn neqewimiye û çênebûye
Hesan e amadekirina jê re.
Yê ko lawaz e û tenik e hesan e bê þkenandin.
Yê pirr biçûk e û hûr e hesan e bê
Belav kirin.
Tiþtan bi kar bîne berî mezin bibin.
Bi kêrî îþan were berî têkevin nav hev.

Dareke gewre ji navkekê kiçik mezin dibe.
Lêkirineke bilind ji komeke axê bi jor dikeve.
Rêwîtiyeke ji hezar mîlî bi gavekê dest pê dike.
Planan çêdike, zora te dire
Bi tiþtan digire, tu wan winda dikî.

Hiþmendî ji tinebûnê naafirîne, wisa
Zora wê nare.
Bi tiþtan nagire, ji lewre winda nake
Dema merov procekt û planên xwe
Bi kar tînin
Ew pirrê caran di dawiyê de lanetê
Li wan tînin.

Eger tu di dawiyê de wisa haydar bî
Mîna di pêþiyê de bûyî ,
Tê nemîne bêhêvî û bêçare


Ji lewre hiþmendî ne-hêvîkirinê hêvî dike,
Firaxên entîke bazar nake,
Tiþtê nayê hînbûn dixwîne
Da karibe þaþtiyên merovên neþehreza
Serrast bike
Û alîkariya hemû tiþtan bike bo xwezaya
Xwe ya rast kifþ û eþkere bikin

Bê xwe bi avêtina gava pêþî paye bike.


up

65

Yên kevnar yên di Tao de pirr
Zîrek bûn
Xelk ronahî nedikirin
Lê ew sade dihiþtin.
Dema ko birêvebirina merovan zehmet be
Ev wisa ye ji ber jîrbûna wan ya xurt.
Ji lewre
Heger tu jîrbûnê bo birêvebirina dewletê
Bi kar bînî
Tu dizê welat î.
Heger tu jîrbûnê ji bo birêvebirina dewletê
Bi kar neyinî
Tu xêr û bereket î ji dewletê re.


Ko te ev herdu xal fam kirin,
ji xwe te
awayê rast ji birêvebirinê re
nas kiriye .

Ko herdem awayê rast û ligor tê bigihêjî
Hêjaya tije raz û sir wisa ev tiþt tê bi nav kirin .
Çikasî kûr û dûr e
Nirx û hêjaya pirr bi sir û raz!
Dihêle hemû vegerin
Ta bigihên awayê herî mezin û pak.


up

66

Sedema ko li çeman û li derya tê nerîn
Mîna ew serok û serdestê kaniyên newalê bin
Ew e ko ew li jêrî wan in.
Ji lewre dikarin qiralên wan bin.
Wisa ko tu bixwazî di ser merovan re bî
Divê tu bi kêmayî û xwebiçûkî bi wan re biaxivî.
Ko tu bixwazî bidî pêþ wan
Divê tu xwe deynî paþ wan.


Wisa hiþmend cihê wî li jor e
Û merov bi bindestiyê nahisin.
Ew li pêþî ye û ew nabînin
bê ti þaþtî peyda dibe.
Ji lewre ew dihebînin wî bajon bi
Pêþî de û wî venegerînin.

Û lewra ew bi kesî re pevnaçine
Ti kes pê re jî pevnaçine.


up

67

Sedema ko her kes Tao a min mezin û hêja
Dibîne
Ew e ko ti tiþt mîna wê nîne.
Ji ber ew pirr hêja ye û mezin e
Ti tiþt mîna wê nîne.
Heger tiþtek heba timî mîna
Wê ba

Wê çawa ew biçûk ba?

Sê xiznên min hene ko hiltînim
Û li wan miqate me.
Ya pêþî dilovanî û diltenikî ye,
ya diwemîn zihd û rebenî,
ya sêyemîn ew e ko newêrim
xwe têxim pêþiya ti kesî.

Dilovaniya min hebe, dikarim mêr bim.
Zihd û rebeniya min hebe, dikarim çavfireh û
ciwamêr bim
Newêribim xwe têxim pêþiya ti kesî
Dikarim wisa demê bi dest xim
Da karîbûnên xwe temam û jîr bikim.
Heger ez mêr bim bê diltenikî
Ciwamêr bê zihd , an
Herim bi pêþî de bê ko îþên xwe deynim
Dawî,
Dibe ko aniha ez mirî bama.

Heger tu þerekî bi dilovaniyê bajoyî
Tê bi ser keve.
Ko tu xwe bi dilovaniyê biparêzî
Ti tiþt di te re derbas nabe.
Wê ezman li te miqate be,

Te biparêze bi dilovaniyê


up

68

Leþkerê herî baþ ne xwînxwer û çavsor e.
Þervanê herî baþ ne bêhnteng e.
Tektîkzanê herî baþ dijmin
Mijûl nake.
Yê dikare sûdê herî baþ ji karîbûn
Û talentê merovan bigire
Ew e yê xwe li jêr wan datîne.

Ev e ko tê bi nav kirin baþî û
Hêjaya bê- gengeþe û cîdal.
Karîbûna mijûlkirina talentên merovan
Wisa ew tê bi nav kirin.
Navê wê yekitiya dawîne bi ezman re ye.


up

69

Stratîcîzan gotineke wan heye:
“ çêtir dibînim ko karibim bilivim, ne ko
di cihê xwe de rawestim
ko gavekê bi paþ de vegerim û ne
inçekê bi pêþ de herim. “
Ev e jê re tê gotin pêþveçuna
Bê pêþveçûn;
Amadekirin bê payebûn;
Êrîþkirin û hilweþandina cihê bê parastin;
Stendina wî bê pevçûn.


Ti þaþtî mezintir ji nerîna bi kêmanî li hêza
Dijberê xwe nîne.
Heger ez bi kêmanî li hêza dijberê xwe
Binerim
Ez dê delalê dilê xwe yê herî delalî winda bikim.
Ji lewre
Dema dijber li hev dikevin

Ew ê herî pirr li ber vî tiþtî dikev
Dê bi ser keve.


up

70

Gotinên min hesan in ji bo têgihiþtinê
Û hesan in bo bên bi kar anîn.
Bi ser de jî ti kes di wan de nagihêje
Û wan bi kar nayine.
Gotinên min çavkanî û kokek wan heye;
Kirinên min bingeh û pirnsîpê wan heye.
Tenê ji ber netêgihiþtina te di vî tiþtî de
Tu min fam nakî .
Ji ber kêm merov hene ko di min de digihêjin
Ez binirx im û biha me.
loma yê hiþmend cilên hiþk û qalind
Li xwe dike.
Bi ser ko ew mor û mircanan li ser sînga xwe vediþêre.


up

71

Ti tiþt çêtir ji zanebûna ko
Tu nizanî nîne.
Nizanibî, bi ser de bifikirî
Ko tu zanî-
Ev nexweþî ye.
Tenê dema tu nexweþ bî ji ko tu nexweþ î
Tu dê bê rihet kirin
Hiþmendî ew e ko ne nexweþbûn e

Wisa ye ji ber ew nexweþ e ji nexweþiyê .

Ji lewre ew ne nexweþ e.


up

72

Dema merov ji hêz û qeweta te
metirsin
Wê çaxê tu bi rastî bûyî
Mezin.
Tiliya xwe mexe kar û barên wan yên
Malbatî de.
Mebe zordar û qutkerê rizqê wan.


Heger tu zordariyê li wan mekî
Ew dê bi bindestiyê mehisin.


Wiha hiþmendî di xwe de digihêje
Lê xwe nade pêþ û xwe bi xwe dernaxe
Ji xwe hez dike
Lê pesn û wesfê xwe nade.
Lew dev ji wî tiþtî berdide

Û vî tiþtî ji xwe re dibe.


up

73

Ko tu mêr bî di wêrîbûna
Xwe de tu dê bimirî.
Ko tu mêr bî di ne-wêrîbûna
Xwe de tu dê bijî.
Di navbera van herdiwan de, yek tijenirx e
Û ya dî ziyantije ye.

Kî sedemê çima
Ezman ji tiþtê ko hez nake hez nake
Fam dike?
Ta bi yê hiþmend zehmet e
Naskirina vî tiþtî jê re.

Riya ezman ew e ko tu bi hesanî
Bi ser kevî bê westan û þer.
Baþ bersivê bidî bê gotin,
Tu biçî û bêyî bi xwezayî bê vexwendineke
Taybet,
Ji pêþerojê re kar bikî bê tevlihevî û tirs.
Toreya ezman berfirh e
Ne xurt girêdayî ye.

Û ti tiþt jê nakeve jî


up

74

Ko merov ji mirinê netirsin
Çawa tê wan bi mirinê bitirsîne?
Ko tu bihêlî merov bi berdewamî
Ji mirinê bitirsin
Bi zindankirina herkesê tiþtekî
Seyr û ne li gor adetê bike
Û bi kuþtina wan,
Kî wê biwêribe bilive û here-were?

Herdem mêrkujek karbidest heye
Bo vî tiþtî bibe serî.
Ko tu rola mêrkujê karbidest bilîzî
Wisa ye mîna birandina text bi karîbûn
Û jêhatîbûna textbirekî hoste .

Ên dê destên xwe birîn mekin
Pirr kêm in.


up

75

Sedema ko xelk ji birçîna dimirin
Ew e ji ber serokên wan bi çavnebarî û çavbirçîbûn
Bacan li wan giran dikin.
Zehmet e birêvebirina wan
Da serokên wan bi tenê armancên wan di hiþên wan
De ne û ne ên gelên wan.

Sedema ko merov bêtirs li mirinê dinerin
Ew e lewra dixwazin jîn dewletî û dewlemend be.
Tenê bi jiyana ne ji bo armancên xwe bitenê
Tu dikarî herî jiyana giranbiha


up

76

Dema merov ji dayik dibin cirxweþ û
Nerim in.
Dema mirinê hiþk û zuha ne.
Dema þînkayî zindî ne ew ter û
Nerm û tenik in.
Dema dimirin, diçilmisin û zuha
Dibin.
Ji lewre yên hiþk û zuha
dandûyên mirinê ne.
Yên cirxweþ û nerm dandû û peyên
Jînê ne.

Wilo, ko tu bêhnteng û þerhez û hiþk bî,
tê bi ser nekevî.
Ko dar têr hiþk be, tê pirîn.
Ji lewre
Yên hiþk û mezin nizm in,
yên cirxweþ û nerm mezintir û hêjatir in


up

77

Riya ezman
Mîn vezilandina kevan e
Jor bi binî de tê kiþandin,
Binî bi jor ve tê kiþandin
Têla zêde tê hilanîn
Li kû pirrbûn pêwîst be, tê zêde kirin.

Riya ezman e
Ko pirrbûn li cihê ko lê zêde be hilîne
Û zêde bike li cihê kêmbûn tê de hebe.
Riya merovan cuda ye:
ko pêwîstî hebe ji wî cihî dibin
û zêde dikin li cihê ko pirrbûn tê de hebe.

Kî dikare vê zêdebûnê bistîne û wê
Bide xelkê?
Tenê yê ko Tao di dest de ye.

Ji lewre yê hiþmend dide û distîne
Bê hay ji ko wê lê bê vegerandin hebe
Di bidawîanîna xwe de ji tiþtekî re namîne
Naxwaze jêhatîbûna xwe eþkere bike.


up

78

Ti tiþt ji avê nermtir
Nîne,
bi ser de jî ti tiþt jê çêtir li hemberî
hiþkayê û xurtiyê nîne.
Wisa ye lewra ti tiþt nikare wê biguhere.

Biserkeftina nermiyê li hember hiþkiyê
Û cirxweþiyê li beramber çavsoriyê
Tiþtek e ko hemû merov dinasin
Lê ti kes nikare bi xwe wisa bike.
Ji lewre hiþmend dibêjin :
« Yê ko gemar û qirêjiya dewletê
dierîne(qebûl dike)
dibe serokê wê.
Yê ko katastrof û belê wê dierîne
Dibe þah û qiralê cîhanê.

Rastî paradoks û nakok dixuye.


up

79

Piþtî hedinandina bêhntengiyeke mezin
Herdem poþmanî û nexweþbûnek
Bi ser dikeve.
Çawa ev bêhntengî wê mîna
Baþiyekê bê dîtin?
Ji lewre hiþmendî para xwe ji
Danûstendinê û bersivdanê ji xwe re dihêle
Û merovê dî kontrol nake.


Û wisa karbidestên rast û pak
Sozên xwe bi cih tînin
Û yên xwar û derew wan diþkenînin.

Tao ya pîroz ya ezmanî ti delalên ber dil jê re
Nînin:

Yên baþ bilind dike û dibiþkivîne.


up

80

Bera welatek biçûk hebe bi hindik
Xelk,
yên, li gel ko pirr mekînên wan hene jî,
lê wan bi kar nayinin.
Yên li mirinê bi hayjêbûn dinerin û naçin
Pirr dûr nagerin.
Li gel ko qeyikên wan hene û
Erebeyên wan, li wan ti caran siwar nabin.
Li gel mertal û çekên wan hene, lê
yekcar naçin ceng û þer.
Bera vegerin pîvandinê bi
Girêdana girêkan di werîs de.

Bera xwarina wan xweþ bibe, cilin
spehî bide wan, warekî tije aþtî û
jînek rihet.
Li gel ko welatê nêzîkî wan tê dîtin
Û kûçikên wî û mirîþkên wî
Tên bihîstin,

Dê merov kal bibin û bimirin
Bê ko herin serdana welatên hevdu


up

81

Gotinên rast ne qure û xemilandî ne.
Gotinên qure û xemilandî ne rast in.
Yên baþ gengeþê û nîqaþê nakin.
Nîqaþhez ne baþ in.
Ew ê bi rastî dizane ne
Bi firehî zanyar e,
zanyarê bi dorfirehî dizane bi rastî
nizane.
Hiþmendî hilnayine û venaþêre,
Ji pirratî û zêdebûna xwe dide xelkê.
Bi dana xelkê ew
Dewlemend dibe.

Riya ezmanan alîkarî ye û ne
Tade û gihandina ziyanê ye.


[ no frames ]